Fotograf: TRT
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Huseyîn Hattab, nûçegîhanê TRT erebiyê li El Baba Sûriyeyê rastî êrişa çekdarî hatiye. El Bab li Sûriyeyê di bin kontrola Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê(TSK) de ye.
Li gorî nûçeya TRTyê êrişkar serê wan girtîbûne û bi motosîkletan bûne. Êrişkaran piştî ku Hattabî kuştine li cîhê bûyerê reviyane.
Termê Hattabî ji aliyê xizmên wî ve hatiye binaxkirin. Heta niha diyar nebûye ku kê êriş pêkaniye. Her weha Hattab ji bo TRT erebiyê nûçeyên bi telîf amade dikir.
3 meh bere jî rastî êrişê hatibû
Huseyîn Hattab, 3 meh berê jî li navçeya Sûfeyrayê rastî êrişê hatibû. Hattabiyê ku 38 salî bû, ji bilî TRT erebîyê ji gelek televîzyonên navneteweyî re jî nûçe çêdikir.(HA/AY)