Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parastina têkildarî delîlên zêde yên doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radestî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye kirin.
Endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDPê parêzer Kenan Maçoglu, Mavîş Aydin û Sîpan Cizrelî parastina partiyê birin Dadgeha Destûrî. Di nava delîlên pêvekî de ji ber lêpirsînên derbarê Parlamentera HDPê Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de jî hene, di nava parastina partiyê de parastina têkildarî van lêpirsînan jî heye.
Di parastina 13 rûpelî de di çarçoveya hiqûqî de nirxandinên têkildarî îtiraza ji bo usûlê, îçtihadên Dadgeha Bilind û lêpirsîn û fezlekeyên hatine amadekirin cih girtine. Her wiha bêhiqûqîtiyên di lêpirsîna Semra Guzelê û Behcet Yildirim de jî hatine destnîşankirin.
HDPê di parastinê de diyar kiriye ku qeydên deng ên bi kurdî yên wekî CD hatine şandin deşîfrasyona wa ê tirkî teblîxî wan nehatiye kirin.
Li gor agahiyên bi dest me ketin di her du CDan de ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ew wekî delîlên pêvekî berpêş kirine, 281 qeydên dengan hene.
Pêvajoya biryarê
Şahîn nêrîna xwe ya derbarê esasê de wê pêşkeşî Dadgeha Destûrî bike. Piştî vê pêvajoyê rapora ku derbarê esasê de ku raportorê Dadgeha Destûrî wê amade bike, wê li endamên dadgehê were belavkirin.
Piştî wê dê demek bê destnîşankirin û doz li Dadgeha Destûrê bê dîtin. Di dozê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê parastina îdianamayê bike û berpirsên HDPê jî bi devkî parastinê bikin. Piştî parastinê raportorê Dadgeha Destûrê, li gor belgeyan dê rapora xwe amade bike û pêşkêşî 15 endamên Dadgeha Destûrê bike.
Dê roja ku ji aliyê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtû Arslan ve hatiye diyarkirin, wê endamên dadgehê bên gel hev û li ser esasa dosyeyê dest bi nîqaşkirina daxwaza girtinê bikin. Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ku ji 15 endaman pêk hatiye, biryara girtinê wê li gorî ji 3yan 2 dengên erê bide.
Heke 15 endaman 10 jê bibêjin bila partî bê girtin ev biryar dê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind û paşê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Çi bûbû?
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiribû û bi şûn ve şandibû Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 1ê Hezîranê de tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûbû û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotibû. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.”(AEK/AY)