Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 25ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de li 21 bajaran operasyon pêk hatibû. Di encamê de rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî di nav de gelek kes hatibûn desteserkirin û bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ne” hatibûn girtin.
Ji wan kesên hatibûn girtin jê yek Halîse Aksoya dayika Egîd Îpek e. Hestiyên Ipek di qutiyekê de radestî Halîse Aksoyê hatibû kirin.
Halîse Aksoy û keça wê Mizgîn Karataş, neviyê wê yê 4 salî Çiya û zavayê wê Harûn Karataş bi hev re di 25ê Nsanê de di serdegirtina malê de hatibûn desteserkirin.
Aksoyê û keça xwe Mizgîn Karataş bi îdiaya ku“endamên rêxistinê ne” hatin girtin û zavayê wê Harûn Karataş bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Halîse Aksoyê bi rêya zavayê xwe Karataşî ji girtîgehê peyamek şandiye.
Karataş weha gotiye:
“Dayîka Halise dibêje 'serî li ber vana netewînin'. Dibêje ew ê li girtîgehê bi vî rengî li ber xwe bide. Ev jî ji bo me yên li derve peyamek e. Me di vê têkoşînê de her tişt dîtiye û dizanin. Em serî natewînin, em ê serî netewînin."(TY/AY)