Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Elmas Erena 88 salî, miriye. Sala 1980yê kurê wê Hayrettin Eren hatibû bêser û şûnkirin. Ji wê demê ve li benda kurê xwe bû.
Sibata 2011ê komek dayikên Şemiyê çûbûn nik serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî. Erenê ji Erdoganî re gotibû:
“Bi tenê hestîyek kurê min jî ji min re bes e. Ez ji te dixwazim tu gora kurê min nîşanî min bikî.”
Hayrettîn Eren dema hatî desteserkirin 24 salî bûye heke bijîya dê bibûya 65 salî.
Hayrettîn Eren çawa bêser û şûn bûye?
Li Saraçhaneya Stenbolê polîsan ew desteser kiriye. Elmas Erenê li Qereqola Karagümrükê navê kurê xwe di lîsteya desteserkirîyan de dîtiye.
Polîsan ji Erenê re gotiye kurê wê ji bo beşa sîyasîyan hatiye birin. Eren çûye wê derê li ber derê baxçeyê avahîyê tirimbêla kurê xwe dîtiye ku plaqeya wê 34 F 6798 bûye. Digel vê yekê jî polîsên li beşa sîyasîyan ji wê re gotiye kurê wê ne li qereqolê ye.
Hevalê Hayrettîn Erenî ew li beşa sîyasîyan dîtiye û li dadgehê şahidiya vê yekê kiriye lê qereqolê qebûl nekiriye.
(PT/MB)