Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Aydin Engînê ku di rojên derbasbûyî de koça dawî kiribû di sala 2020an de li Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê doz vekiribû. Engînî di dozê de biser ket.
18emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê di doza ‘karta çapemeniyê ya domdar’ de Aydin Engînî mafdar nirxandiye. Engînî ji sala 2001an pê ve xwediye karta çapemeniyê ye û ji bo nûkirina karta wî ti sedem nedihat nişandan.
Dadgehê di 27ê Kanûnê de biryar daye û dema Engînî di nexweşxaneyê de bûye biryar ji parêzerê Engînî Tora Pekînî re şandiye.
Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser Destûra Bingehîn û 'dewleta hiqûqê'. Dadgehê di biryara xwe de xalên rêziknameya Karta Çapemeniyê ya ku di 21ê Çiriya Pêşiya 2021an de 10emîn Daîreya Şûraya Dewletê betal kiribû bi bîr xist û got: "Di vê rewşê de eşkere ye ku îdareya doz lê hatiye vekirin ji bo redkirinê ti bingeheke xwe ya yasayî nîne."
Piştî biryarê Erol Onderoglû, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) gotiye, "18emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê Aydin Engînê ku di rojên borî de di 81 saliya xwe de koça dawî kir û 53 sal bû rojnameger bû mafdar nirxandiye. Serokatiya Ragihandinê karta Engînî bê ku sedemek nîşan bide bi ti awayî nû nedikir. Biryar dereng be jî hat dayîn”
Aydin Engîn derbarê mijarê de di sala 2020an de berê serî li Serokatiya Ragihandinê dabû û piştre dema bersiv ji serlêdana wî re nehatibû doz vekiribû.
Engînî dema doz li dadgeha îdareyê vekiribû bi bîanetê re axivî bû û gotibû, “Ez 51 sal in rojnameger im. 25 sal in jî xwediyê karta çapemeniyê ya domdar im. Ev mafeke ye ku hatiye bidestxistin. Heta ku sedemeke guncaw pîşanî min nedin ti saziyeke fermî nikare karta min şûn ve bigirin.”(HA/AY)