Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) û Komeleya Piştevanîyê ya ji bo Malbatên Girtîyan(TUAY-DER) rapora têkildarî binpêkirinên mafan yên ku di dema pêvajoyê de li girtîgehên bajarên Kurdan derketine hole aşkere kirine.
Di raporê de tespîta binpêkirinên mafan hatiye kirin û armanc kirine ku serlêdanên hiqûqî yên pêwist û gilîkirin jî were kirin.
Rêxistinên Maf di mehên Îlon, Çiriya Pêşiyê û Çiriya Paşiyê ya 2020an de serdana girtîgehan kirine. Di encama hevdîtinan de ev tespit û pêşniyar derketine pêş:
Girtiyên ku nexweşiya wan girane divê serbest were berdan
Li gitîgehan divê rêz li mafên mehremiyeta girtîyan bê girtin û ji bo pirsgirêkên taybet yên jinan grîngî bê dayîn.
Girtiyên ku nexweşiya wan girane di rewşa nexweşiyên şewbî de dikevin koma metirsîdar ji ber vê divê serbest bên berdan û cezayê wan were taloqkirin
Vîrus ji bo kesên temenê wan li 60yî dibe sedema mirinê ji ber vê divê kesên temenê wan li ser 60yî divê serbest bên berdan û cezayên wan were taloqkirin.
Di girtîgehan de bi qasî ku pêdivî pê heye divê karmendên tenduristiyê hebin û hejmara wan bên zêdekirin.
Li qada ku malbat û parêzer bi girtî re hevdîtinê pêktîne bi awayê ku mafên hevdîtên yê girtîyan nayê îhlalkirin divê bi tedbîr bê zedekirin û qadên hevdîtinê bên dermankirin. Ji bo ku girtî bikaribîn ji malbatên xwe agahiyan bigire divê derfet bên zêdekirin.(AS/AY)