Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Tîrmehê ya derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye.
Li gorî vê raporê, li 57 bajaran û li derveyî Tirkiyeyê li du welatan 182 karker, di dema karkirinê de mirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2023an de bi kêmanî hezar û 51 karker di dema karkirinê de mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 116, di Sibatê de 195, di Nîsanê de 123, di Gulanê de 146, di Hezîranê de 159 karker mirine. Ji serê salê û vir ve her roj hema hema 5 karker mirine.
4 karkerên ku di meha Tîrmehê de can dane, temenên wan ji 14an biçûktir bû. Temenên 4 karkerên zarok/ciwan di navbera 14-17an de bû. Temenên 38 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 63yan di navbera 30-49an, yên 47an di navbera 50-64an, yên 15an jî 65 û berjir bû. Temenên 9 karkeran nehatine zanîn.
Meclîsa ISIGê di rapora xwe de cihekî taybet ji bo paleyan veqetandiye ku navê vê beşê “Tîrmeh ji bo karkeran meha mirinê ye” ye.
Raporê diyar kiriye ku serdema di navbera meha Nîsan û Çiriya Pêşiyê de kar û barên çandiniyê digihêje asta herî jor û “ji ber tedbîrên nehatine wergirtin, rêjeya mirinê di vê serdemê de pir bilind dibe.”
ISIGê bal kişandiye li ser veguhastina paleyan ku bi rêya kamyonetên sergirtî, serwîsên ne guncaw û romorkên traktoran ev kar tên kirin. Di meha Tîrmehê de 56 karkerên li daristan û zeviyan kar dikirin mirine û mirina 21an ji wan, di dema veguhastinan de bûye.
Her weha raporê behsa germahiya zêde kiriye ku hin karker ji ber germahiyê mirine. (HA/FD)