Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) daneyên meha Nîsana 2023yan ên derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan, di meha Nîsanê de bi kêmanî 122 karker, di dema karkirinê de mirine. Her çar mehên destpêkê yên sala 2023yan de 585 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 120, di Sibatê de 213, di Adarê de 130 karker mirine. Ji serê heta niha her rojê 5 karker mirine. 46 karker jin bûne.
ISIGê diyar kiriye ku di van çar mehan de bi tenê 30 karkerên mirine (Ji sedî 5,12) endamên sendîkayan bûn. 555 karker jî ne endamên ti sendîkayekê bûne (ji sedî 94,88).
Di raporê de hatiye diyarkirin ku heta niha 110 karkerên li herêma erdhejê di dema kar de yan jî di dema perwerde-bername-wezîfedarkirinê de can dane.
Meclîsa ISIGê destnîşan kiriye ku di meha Nîsanê de du kes ji ber nexweşiyên pîşeyi mirine. Gokhan Dînlerê 40 salî yê di kare spîkirina cilûbergên jeansan de kar dikir, ji ber nexweşiya sîlîkozîsê, Îbrahîm Kadîr Karaoglanoglûyê 51 salî yê 9 sal berê dema li Antalayayê di otelekê de kar dikir, kermêşekê pê vedaye û bi nexweşiya lenfodemê ketiye, can daye.
Li gorî daneyên Meclîsê, ji sedî 1ê karkerên di dema karkirinê de mirine zarok in, ji sedî 21 jê ciwan û ji sedî 25 jî di dema teqawidiyê de ne an jî teqawid bûne lê hîna kar dikin.
Dîsa di çar mehan de bi kemanî 31 karkerên penaber mirine ku 10 jê sûriyeyî, 6 jê tirkmenistanî, 5 jê afganistnî, 2 jê bûlgaristanî, 2 jê misrî, fîlîpîniyek, japorek, iraqiyek, kolombiyayiyek, rûsyayiyek û sûdaniyek mirine. (HA/FD)