Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê) di meha Îlona 2023yan de bi kêmanî 151 karker, di dema karkirinê de mirin. 4 ji van karkeran zarok, 12 ji wan penaber/koçber bûn.
Di neh mehên destpêkê yên sala 2023yan de, tevî yên di meha Îlonê de mirine bi kêmanî hezar û 409 karker mirin.
Di meha Kanûna Paşiyê de 116, di Sibatê de 195, di Nîsanê de 124, di Gulanê de 146, di Hezîranê de 161, di Tîrmehê de 183, di Tebaxê de jî 203 karker mirin.
Di meha Îlonê de karker herî zêde di karên çêkirina avahiyan û rêyan de (42), di daristan û çandiniyê de (27), di karê veguhastinê de (17) mirin.
Karker herî zêde li Stenbolê mirine ku hejmar 21 e. Her yek ji Enqere, Antalya, Îzmîr û Konyayê 9, her yek ji Edene û Çorûmê jî 5 karker mirin.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(HA/FD)