Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê ji ber ku bi pankartekê diyar kiribûn “ji bo dagirkirin û komkujîyê liqum nayê belavkirin” bi sûcê “propagandaya rêxistina terorî” têne dadkirin.
Rûniştina sêyem ya dadkirina xwendekaran li Dadgeha Cezayên Giran a 32. a Stenbolê hat pêkanîn.
Bixwîne - Kubra Sagir: Kurdî zimanê min ê dayikê ye, dadger: Yê min jî
Parêzerên bersûcan xwestiye meteryalên dîjîtal li wan bê vegerandin û li Dekana Xwendekaran, Zeynep Uysalê wek şahid bê guhdarîkirin.
Dîwana dadgeran daxwaz qebûl nekirine û dadkirin bi paş de daye. Rûniîtina çarem ya dadkirinê dê 16ê Tîrmehê siet 10ê bê kirin.
Serokê dîwana dadgeranı: Ömer Günaydın – dadgerên endamên dîwanê: Habibe Ertuğrul, Ahmet Selçuk Özkan - Dozger: İkram Coşkun.
Çi bûbû? |
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin. Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) "êrîşa li maseyê liquman" protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye. Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye "êrîşa li standê nayê qebûlkirin." Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku "xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe." Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li ser bûyerê gotibû: "Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan." Di 26ê Adarê de, Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku "[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e." |
(TP/MB)