16em Xelatên Hrant Dînkî yên Navneteweyî duh(15 Îlonê) bi merasîmek dane xwediyên wan. Îsal ji Tirkiyeyê Weqfa Stargeha Jinan Mor Çati û ji derveyî Tirkiyeyê jî têkoşera mafên jinan Rugiatu Neneh Turay ku ji Sierra Leoneyê ye hêjayî xelatê hatin dîtin.
Mafparêz û hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk axaftina vekirinê ya merasîmê kir û balkişand ser 70em rojbûna hevjînê xwe Hrant Dînke ku jiyan û têkoşîna wî tê bîranîn û diyar kir ku li cîhanê tundkariya fîzîkî û derûnî û hêrs serdest e. Her weha Dînkê destnîşan kir ku ev rewş dibe sedem ku sebir, dilovanî, rêzgirtin û hezkirin roj bi roj kêm bibe.
Dînkê di heman demê de hezkirina xwe ji bo hukumxwara Geziyê Çîgdem Materê ku yek ji endamên komîteya xelatê ye pêşkeş kir.
Mafparêz û hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînkê axaftina vekirinê ya merasîmê kir.
Piştî axaftina Rakel Dînkê, ajalparêzan li salonê pêşnûmeqanûna têkildarî kuştina ajalên ku li kolanan dijîn, protesto kirin.
Merasîma xelatdayînê ya ku li Salona Konseran a Cemal Reşît Rey hat lidarxistin, bi beşdariyeke xurt pêk hat.
Dema xelatgirtina têkoşera mafên jinan Rugiatu Neneh Turayê ku ji Sierra Leoneyê ye.
Rugiatu Neneh Turay: “Ez di wê baweriyê de me ku guhertin tenê ji hundir ve pêkan e. Di vê pêvajoyê de, di mijara sekna bi biryar û bi hêz, bişûnve gav neavêtin û devjêbernedan de min bi rastî xwe ceriband.
Li ser navê Mor Çatîiyê Selîme Buyukgoze, Melîke Keleş, Leyla Soydinç û Yasemîn Temîzarabacî derketin ser dikê.
Di merasîmê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê û Hevseroka berê ya BDPê Gultan Kişanak û Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî amade bûn.
Piştî merasîmê, parêzvanên mafên ajalan bi pankarta "Bi tena serê xwe rizgarî nîne, an hemû cur an jî ne tu kes" derketin ser dikê.
Piştî merasîmê fotografa bi komî hat kişandin.
(AY)