Fotograf: Fatîh Kurt / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeliyî gotiye, "Koçberiya bêserûber, tê wateya dagirkirina ku nav lê nehatiye kirin."
Serokê MHPyê di civîna koma partiya xwe ya heftane de axiviye û gotiye: "Sûriyeyiyên ku di cejnan de diçin welatên xwe, hewce nake vegerin."
Beşek ji axavtina Bahçeliyî yî wiha ye:
"Helwesta Partiya Tevgera Neteweperest a di mijara koçberiya bêserûber û kesên bi statuya parastina demkî li Tirkiyeyê ne û polîtîkaya wê ya li beramberî vê, zelal e.
"Ya girîng, ev dagirkirina ku nav lê nehatiye kirin e. Teqez divê pêşî lê bê girtin, kesên werin girtin yekser bi şûn de bişînin. Ya din jî ne mimkun e ku hema di carekê de penaxwazên sûriyeyî bişînin welatên wan, him ne rast e jî.
"Hin berpirsiyariyên me yên ji ber hiqûqa navnetewî hene. Lê çi gava şertên giran ên bûne sedema penaxwazên sûriyeyî ji welatê xwe derkevin û qut bibin ji holê rabin, pêşniyara me ya esasî, karê me yê esasî û hedefa me ya em ê dest jê bernedin ew e ku em wan bi rengekî ewle û dilxwaz wan oxir bikin.
"Dema mêvanî û mêvantiyê bisînor e. Armanca me ya em dest jê bernadin ew e ku em ewlehî û aramiya civakî û vehûna serjimara heyî ya netewa tirkan bi bingehên qewî ve girê bidin. Mafê her mirovî heye ku li welatê xwe di nava aramiyê û ewlehiyê de bijî. Bi taybet ew penaxwazên sûreyiyî yên wê di rojên cejna pêşiya me de bikaribin biçin welatê xwe, hewce nake vegerin.
"Çi dema ku agir li Sûriyeyê temirî, divê her kes di bin sîwana misogeriya Tirkiyeyê de vegerin malên xwe. Ew kesên ku piştgiriyê didin mezinbûna ekonomiyê, pêşketina civakî û hevgirtina netewî ya welatê me û tiştekî lê zêde dikin, cihê wan li ser serê me ye. Tiştek nîne ku em tiştekî ji wan re bibêjin." (AÖ/FD)