
Eser Çetin
Dr. Eser Çetin di sala 1989an de li Dêrika Çiyayê Mazî li gundê Heboşiyê hate dinê. Pênc salên pêşîn li gundê xwe Heboşiyê, 3 salan li Şemrexa Mêrdînê li dibistana razayî xwend û ji bo lîseyê çû Amedê. Piştî lîseyê di navbera salên 2007-2013an de li Zanîngeha Dîcleyê beşa Tibê xwend û ji sala 2013an ve wekî doktor dixebite. Di navbera salên 2013-2017an de li Wêranşara Rihayê wekî doktorê malê xebitî. Di navbera salên 2017-2020an de asîstaniya xwe di beşa doktoriya malê de dîsa li zanîngeha Dîcleyê li Amedê bire serî û di payiza 2020an de bû pisporê beşa xwe. Ji 2020’an heta 2024an li Stewra Mêrdînê wekî pisporê doktoriya malbatê di nexweşxana Stewrê de xebitî. Di sala 2024an de zewicî û çû Almanyayê li bajarê Hannoverê bicî bû.
Niha li neweşxaneyekê di beşa Nexweşiyên hundirên (Daxiliye- Dahiliye)de dixebite.
Dr. Eser Çetin, ji destpêka koronayê bi xebatğn tendurıtıya Kurdi hat naskirin. Wî ne tenê li ser koronayê zanîn û agahî parve kirin, herwiha wî li ser Nexweşiya Şekir, Hansiyona Bilind, Qelewî, Astim- KOAH, Derzîkirina Zarokan, Êşa Kincan, Êşa Piştê û hwd. di pir mijaran de xebat parve kirin. Gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyan de weşiya û li ser hesabên xwe yên medya civakî de gelek weşanên zindî belav kir. Pirî caran jî derket ser ekranên kanalên Kurdî û bû mêvanê wan bername an jî nûçeyên zindî de. Eser Çetîn, heta Guzete Duvar hat girtin, di wir de nivîsan dinivîsand. Dr. Eser, êdî bi rêk û pêk wê di Bianet Kurdî de nivîs û gotarên xwe li ser cûrbicûr mijarên tenduristiyê binivîse.
berê hûn agahdar bibin
berê hûn agahdar bibin
