Yusuf Tekin: Kesên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin dikarin li derveyî dibistanên dewletê kursan vekin
Mijara perwerdehiya bi zimanê kurdî di nîqaşên budçeyê yên li Parlamentoyê de hat rojevê. Wezîr Tekin îdia kir ku ji bo ku daxwaza fêrbûnê nîne, pêwîst nehatiye dîtin ku di vî warî de tiştek bê kirin. Parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku pergala heyî perwerdehiya bi zimanê Kurdî sînordar dike.