Hunermenda Kurd Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin
Hat diyarkirin ku Yalda Ebasî ji bo betlaneyên Noelê bi hevjîn û zarokê xwe re ji Almanya çûye Îranê û di dema serdanê de hatiye girtin. Malbat û xizmên wê yên nêzîk dibêjin ku Ebasî ji pêvajoya darizandinê nehatiye agahdarkirin û mafê wê yê hiqûqî hatiye bêparkirin.