‘Şînok’ êdî li ser kanala fermî Smurfsanê ye
Kurdî li ser dika cîhanê ye. Xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengîya Zarok TVyê di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya YouTubeyê ya “Smurfsan” e. Zarok Tvyê wiha bang li zarokan kir: “Kûvarkên xwe amade bikin, ji nava daristanê awazeka bi Kurdî bilind dibe!”