Pêvajoya serlêdanê ya ji bo 33em Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî dest pê kir
Kesên serlêder wê bikaribin nûçeyên xwe ji bo kategoriyên “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Fotograf" û “karîkatûr” û "vîdeo nûçe" bişinîn. Îsal cara yekemîn dê ser navê Huseyîn Aykol “Xelatên Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bên dayîn.