Tuncer Bakirhan: Divê Îran dev ji êrişên li ser Kurdan berde û pirsgirêkê weke Sûriyê bi dîyalogê çareser bike
Nêrîna Ocalan ya ji bo Îranê û Herêma Kurdistanê: "Divê nakokiyên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de li ser bingeha demokrasiyê bi dawî bibin. Divê Îran êrişên li ser xaka Herêma Kurdistanê demildest rawestîne û dawî li darvekirina Kurdan bîne. Divê Îran mafên Kurdan nas bike û Tirkiye jî roleke erênî bilîze. Ger Îran êrişan ranewestîne, ji bo Kurdan ji bilî parastina hevbeş a bi vîna xwe ti rêyeke din namîne."