Japonya: Gel li dijî hewildana serokwezîr a ji bo guherandina Destûra Bingehîn a aştîxwaz daket kolanan
Israra Serokwezîr Takaichi ya ji bo guherandina Xala 9an a Destûra Bingehîn, rastî bertekên tund hat. Ev xal, bikaranîna hêza leşkerî an jî gefa hêzê ya ji bo çareserkirina nakokiyên navneteweyî qedexe dike. Ji bo parastina Destûra Bingehîn, 50 hezar kes kom bûn û yek ji mîtîngên herî mezin a wî welatî pêk anîn.