Ji ber strana kurdî ceza li kuluba futbolê birîn
Di maça Koma 8emîn a Lîga Amator a Herêmî de, ji ber strana “şer şer e” ya Hozan Şemdîn, Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor têkçûyî hat hesibandin, 6 puanên wê hatin jêbirin û 5 maçan cezayê lîstina bêtemaşevan hate dayîn.