Li Helebê Hêzên Şamê taxên Kurdan dorpêç kirin e
Roja Duşemê, teqînek ku sedema wê nayê zanîn li taxa Şeq Meqsûdê çêbû û ji ber teqînê zirar li mizgeftekê ket. Piştî vê yekê taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji aliyê hêzên Şamê ve hatin dorpêçkirin. Gel jî nerazîbûn nîşanî vê dorpêçe da û şer qewîbû û wezîfedarek hikumetê mir.