Rojnameger Suleyman Gençel li Îzmîrê hatiye desteserkirin
Suleyman Gençel, Derhênerê Giştî yê Weşanê yê A3 Haberê di mala xwe ya Îzmîrê de hatiye desteserkirin. Rojnameger Gençel birine Rêvebiriya Emniyeta Îzmîrê û sewqî dozgeriya sûcên informatîk ya Edliyeya Îzmîrê kirine.