Rojên Pirtûkan ên Kadikoyê di 3yê Hezîranê de destpê dike
Rojên Pirtûkan ên Kadikoyê ji 3yê Hezîranê û pê de wê li Gara Haydarpaşayê birêve biçe. Îsal wê 180 weşanxane, 16 Saziyên Sivîl û 28 nivîskar beşdarî bernameyê bibin û mêvana rûmetê wê Füruzan be. Ligel atolyeyên ji bo zarokan herwiha wê panêl bên lidar xistin, film bên nîşandan.