Dadgehê biryara qedexeyê a li ser fîlma “Rojbash” betal kir
Wezareta Çand û Geştiyariyê derbarê fîlma “Rojbash” a Ozkan Kuçukî de biryara "ne li gor belavkirina bazirganî û nîşandayînê ye" dabû û fîlm qedexe kiribû. 3êmîn Dadgeha Îdarî a Enqereyê ev biryara wezaretê betal kir û qedexe rabû.