Rêveberiya Tevgerê: Belavkirina “notên hevdîtinê” provokasyoneke bi plan e
Rêveberiya Tevgerê derbarê notên ku tê îdaikirin yên hevdîtina bi Ocalan re ye daxuyanî da û wiha got: “Notên hevdîtinê yên sexte yên ji aliyê hêzên dijber ve li ser medyaya civakî tên belavkirin, li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hatine amadekirin. Lewma divê ti kes bawerî pê neyîne.”