Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin: Mohrkirina saziya ziman êrişa li dijî zimanê milyonan e
Zabitayên Şaredariya Konakê deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin. Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygisiz, anî ziman ku di vê pêvajoya ku aştî tê niqaşkirin de mohrkirina komeleya wan nayê qebûlkirin û got: “Mohrkirina komeleyê tê wateya mohrkirina devê kurdan.”