Newroza Stenbolê: Bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê bûn
Pîrozbahiyên Newroza ku îsal bi dirûşma “Azadî û yekitiya Demokratîk” hate lidarxistin, li Stenbolê bi sed hezaran kes beşdar bûn. Tevî baran û hewaya sar gel bi cil û bergên xwe yên netewî li qadê bûn. LGBTÎ+ jî beşdarî Newrozê bûn ku erkdarên DEM Partiyê ji ber êrişan ji bo wan xeteke ewlehiyê ava kir.