Li Nîgdeyê nijadperestan êrişî karkerên Kurd kirin
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kuteviyê ji ser hesabê xwe yê Xê bi parvekirina vîdeoyekê ragihand ku karkerên demsalî yên ji navçeya Sêwregê ya Rihayê, li navçeya Borê ya Nîgdeyê rastî êrişeke nijadperest hatine.