Li Almanyayê li dijî Neonaziyan operasyon pêk hat: Li 12 eyaletan 36 kes hatin desteserkirin
Bi tohmeta "avakirina rêxistina sûc a rastgir a tundrew", 36 gumanbarên ku "meyla wan a tundkariyê heye" hatin zeftkirin. Sibeya roja Çarşemê, polîsan li 12 eyaletan bi ser 50 navnîşanan de girtin û endamên rêxistinên nêzîkî Naziyan yên bi navê "Ciwan û Bihêz" û "Pêşveçûna Ciwanên Alman” bûn armanc.