Çewlîk: Polîsan bi şaşî bi ser malek de girt û dest û piyê zarokekî şikandin
Li taxa Uydukenta Çewlikê di operasyoneke narkotîkê de li şûna navnîşana ku hatî diyarkirin, polîsan bi ser maleke şaş de girtin. Di êrîşa tîmên Taybet ên Polîsan de destê ji zarokekî li malê şikest. Hat ragihandin ku piştî bûyerê rayedarên emniyete ji malbatê lêborîn xwestin.