REXISTINA KOÇÊ YA NAVNETEWEYÎ
"Ji sala 2004an ve zêdetirî 50 hezar kes di rêyên koçberiyê de mirine"
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve di çarçoveya Projeya Koçberên Windabûyî de raporekê weşandiye. Li gorî raporê herî kêm 25 hezar û 104 penaber dema hewldane bi rêya Deryaya Spî derbasî Ewropayê bibin, mirine.