Li Yêrêvanê helbestvanekî Kurd: Mirazê Cemal
Bi salan pirtûkên helbestvan û nivîskarên cîhanê dixwîne. Ew zû bi cîhana edebiyatê nas dibe. Bi her avayî wî nasiya xwe daye dîrok, çand û wêjeya kurdî ji ya kevnar bigire hetanî rojên meyê îroyîn. Bi demê re dibe nivîskarekî bi nav û deng.