TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
khk
Erka Komîsyonê bidawî bûye | 127 hezar û 292 serlêdan, 109 hezar û 332 red
125 hezar û 678 kesên ku di saziyên dewletê de karmend û karker bûn, ji kar hatine derxistin, payeyên 3 hezar û 213 kesan ji wan hatine wergirtin, 2 hezar û 761 dem û dezgeh hatine girtin.
12 Çile 2023
Şaredariya Stenbolê Akademîsyenekê din ya Aştiyê ji kar derxistiye
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê peymana kar a Akademîsyen Fatma Gul Eryildiz Şenvardarê “Kod 42” weke hêcet nîşan daye û betal kiriye. Şenvardarê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de(KHK) hatibû îxrackirin.
27 Tîrmeh 2022
Dadgeha Destûrî Biryarnameya ku TV û rojname dida girtin, betal kiriye
Dadgeha Destûrî ew xala Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de betal kiriye ku di dema Rewşa Awarte de bi sedema “xetere ji bo ewheliya netewî çêdikin”, kanalên televîzyonê, rojname û ajans hatibûn girtin.
8 Nîsan 2021
Komîsyona OHALê 99 hezar serlêdan qebûl nekiriye
Komîsyona Lêkolînê ya OHALê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku wan ji 126 hezar û 630 serlêdanan 99 hezar û 140 red kirine û 13 hezar û 170ê jî qebûl kirine.
31 Kanûn 2020
Dema karkirinê ya Komîsyona Rewşa Awarte dirêj bûye
Dema karkirinê ya Komîsyona Lêkolînên Karûbarên Rewşa Awarte ji bo saleke din dirêj bûye. Biryar di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
25 Kanûn 2020
HDPyê KHKyî vexwendine navenda xwe ku çalakiya wan hatiye qedexekirin
Piştî Walîtiya Enqereyê biryar stand ku çalakiya Platformên KHKyiyan were qedexekirin, HDPyê daxuyaniyek weşand û KHKyî vexwend Navenda xwe ya Giştî.
4 Cotmeh 2019
14 sal û 3 meh cezayê girtinê li rojnameger Ziya Atamanî hatiye birîn
Dadgehekê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 14 sal û 3 meh cezayê girtinê li rojnameger Ziya Atamanî biriye. Ataman sê sal in ku di girtîgehê de ye û ji ber rêviyên xwe nexweş e.
24 Îlon 2019
Dadgeha Destûrî hin xalên du Biryarnameyan betal kiriye
Dadgeha Destûrî daxwaza betalkirina pênc Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de nirxandiye û biryar daye. Dadgehê gotiye, “ji ber betalkirina pasaporta hevjînan, nabe pasaporta hevjînên din bê betalkirin”.
26 Tîrmeh 2019
Du dersdaran ji ber “kîndarîya” dadger û dozgeran ew gilî kirine
Dadgeran du dersdarên bi navê Nursel Tanrıverdi û Selvi Polat, çar caran dad kirine, dozgeran zêdetirî 30 caran ew dane desteserkirin. Dersdaran li ser vê yekê dadger û dozger gilî kirine.
14 Gulan 2019
YSK: Welatiyên bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin dikarin dengê xwe bidin
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû ku kesên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nekarin dengê xwe bidin. YSKyê daxwaza AKPyê red kiriye.
23 Nîsan 2019
Kiliçdaroglûyî ji YSKyê xwestiye ku mazbatayên şaredarên ixrackirî bide wan
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê li ser wê biryara YSKyê axivî ye ku gotibû, ew ê mazbatayên şaredarên ixrackirî nedin wan. Kiliçdaroglûyî xwestiye ku YSK mazbatayên wan şaredaran bidin wan.
18 Nîsan 2019
Konseya Ewropayê ji bo şaredarên ixrackirî name ji YSKyê re şandiye
Thorbjorn Jagland, Sekretekê Giştî yê Konseya Ewropayê, ji Sadî Guven, Serokê YSKyê re nameyek nivîsandiye. Ji ber ku mezbateyê nadin kesên di encama hilbijartinê de bi ser ketine, lê yên bi bin ketine, rexne li YSKyê kiriye.
17 Nîsan 2019
Endamên meclîsên şaredariyan ên ixrackirî jî wê nekarîbin mezbateyê bistînin
YSKyê biryar girtiye û gotiye kesên ji bo meclîsên şaredariyan û meclîsên giştî yên bajaran hatine hilbijartin heke ixrackirî bin ew ê mezbateyan nedin wan. YSKyê du roj berê biryareke bi vî awayî ji bo şaredaran derxistibû.
12 Nîsan 2019
Dersdêrên ixrackirî xwestine çalakiyê bikin, lê dîsa hatine girtin
Nursel Tanriverdi û Selvi Polat du dersdêrên ku li Kolana Bakirkoyê çalakiya “Em dixwazin vegerin ser karê xwe” dikirin, cara duyem e tên girtin. Cara pêşiyê du hefteyan girtî mabûn.
31 Cotmeh 2018
Di sê rojan de, pênc Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatine îlankirin
Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ya 703yê li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. Di sê rojên paşiyê de pênc biryarname hatine îlankirin.
9 Tîrmeh 2018
Heta niha 6 hezar û 81 akademisyen ji kar hatine derxistin
Ji 1ê Îlona 2016ê heta roja îro, bi giştî 6 hezar û 82 akademisyen ji kar hatine derxistin.
9 Tîrmeh 2018
Serokkomariya Tirkiyeyê bû xwediya erkên dîwana wezîran
Hikûmetê Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de weşand, bi biryarnameyê erkên dîwana wezîran gihan serokkomariyê.
4 Tîrmeh 2018
30yemîn KHKya Rewşa Awarteyê hat belavkirin
1823 kesên ku biryara vegerê ya ser kar ji bo wan hatiye standin bi hinceta ByLock bi kar anîne hatibûn ixrackirin lê paşê derketibû holê ku dema bi sîstema “Mejiyê Binevşî” re sepanekê dadixin bi nezanî programa bi navê ByLockê daxistine telefonên xwe yên mobile.
12 Çile 2018
CIHGIRÊ SEROKWEZÎRÎ, BEKIR BOZDAG
“Di mehekê de biryara li xwekirina cilikên wek hev dê bikeve rewacê”
Bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de biryar hat dayin ku cilikên girtiyan dê bibin wek hev. Cihgirê serokwezîrî, Bekir Bozdagî diyar kir ku wekhevkirina cilikên girtîyan “daxwaza gelî” ye.
25 Kanûn 2017
Bi du KHKyan 2756 kes ji kar hatin derxistin, 17 weqf û komele hatin girtin
Di encama her du KHKyên ku di çarçoveya Rewşa Awarteyê de hatin ragihandin de 2 hezar û 756 kes ji kar hatin derxistin û 7 weqf û 7 jî komele, bi giştî 17 sazî hatin girtin.
25 Kanûn 2017
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Komisyona Rewşa Awarteyê biryarên xwe yên pêşiyê ragihandin
Komisyona Rewşa Awarteyê derbarê ji dûrxistina karî de nirxandina xwe ya pêşiyê da û biryarên ku derketin ji bo bi cî bîne şandine Serokatiya Personelan a Dewletê.
22 Kanûn 2017
Nexşeya akademisyenên ku ji kar hatine avêtin
Heta niha li 81 bajaran ji 117 zanîngehan 5 hezar û 717 akademisyen ji kar hatine avêtin, tenê 140 ji wan vegeriyane karên xwe.
19 Îlon 2017
Beyza Kural
Wezareta Perwerdeyê 33 hezar û 74 xebatkar ji karî avêtine
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê Wezareta Pewerdeyê, 33 hezar û 74 xebatkar ji karî avêtine, 4 hezar û 756 ji wan xebatkaran hatin girtin.
13 Tîrmeh 2017
KHK ya hejmar 691ê hat weşandin
Li gorî biryara ku Lijneya Wezîran di civîna xwe ya 5ê Hezîranê de standibû KHK ya hejmar 691ê hat weşandin.
23 Hezîran 2017
Serok û endamên Komisyona Rewşa Awarte diyar bûn
Serok û endamê Komisyona Rewşa Awarte piştî avakirina komisyonê bi 4 mehan hatin diyarkirin ku wê îtirazên li hemberî KHKyan binirxîne. Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Dadê Selahaddîn Menteş weke serokê Komisyonê hat ragihandin.
17 Gulan 2017
Komisyona Venedîkê: Bêdengkirina medyayê wê bandorê li demokrasiyê bike
Komisyona Venedîkê nêrîna xwe ya derbarê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê de got, “Li Tirkiyê demeke dirêj bêdengkirina medyaya azad, wê bandorê li bingeha dewleta demokratîk a raseriya hiqûqê tê de serdest e bike ku.”
3 Gulan 2017
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Bi KHKya nû wê 416 kes karibin vegerin ser karê xwe
Di çarçoveya Rewşa Awarte de Biryarnameya di Huqmê Qanûnan (KHK) a hejmar 688ê hat weşandin. Li gorî vê KHKê 416 kes wê karibin vegerin ser karê xwe.
30 Adar 2017
4 KHKên nû di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Bi 4 KHKên ku îro di Rojnameya Fermî de hatin weşandin ve 367 kes ji karên xwe hatin îxrackirin, 124 kesên ku ji wezîfeyê hatibûn avêtin vergeriyan ser karên xwe, 2 kanalên Tvyê hatin girtin û demên mayîna di binçavan de hatin guhertin.
23 Çile 2017
Di dema Rewşa Awarte de bîlançoya medyayê
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, 12 caran Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de(KHK) hat îlankirin, bi sê KHKyan 177 organên medyayê hatin girtin. 11 saziyên hatîn girtim dîsa hatin vekirin. 2 hezar û 500 xebatkarên medyayê bêkar mane.
7 Kanûn 2016
Elif Akgül
2054 endezyar û avahîsaz ji kar hatin derxistin
TMMOBê diyar kir ku di dema OHALê de bi 12 KHKyan ve 2054 endezyar û avahîsaz ji kar hatin derxistin.
28 Mijdar 2016
242 akademisyen ji kar hatin avêtin
Bi KHKya dawî ve ji 21 zanîngehan 242 akademisyen û ji 89 zanîngehan 942 parsonel ji kar hatin avêtin.
22 Mijdar 2016
375 komele, 9 organên medyayê hatin girtin, 15.726 kes ji karî hatin avêtin
Biryarnameya 677. a Rewşa Awarte ya di Hikmê Qanûnan de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarnameyê 375 komele, 9 organên medyayê hatin girtin, 15.726 kes ji karî hatin avêtin
22 Mijdar 2016
1
2
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver