Li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbû
Serokê DYAyê Trump ragihand ku Îsraîl û Hamasê qonaxa yekem a plana agirbestê ya ji bo Xezeyê pejirandin. Hamasê aşkere kir li ser rêkeftineke li hev hatiye kirin ku bidawîanîna şer, vekişîna dagirkeran, ketina alîkariyan û pevguhertina dîlan li xwe digire.