Umît Akbiyikî her ji sê deqîqeyan carekê li ser kesekî/ê îfade daye
Ûmît Akbiyik di 32 saetên navbera 10ê Kanûna Paşiyê û 12ê Kanûna Paşiyê de li Rêveriya Polîsan derbarê 669 kesan de 112 rûpel îfade da. Di desteserkirin û girtina rojnamegeran, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên sivîl de û heta di tehliye nekirina Selçûk Mizrakli de jî navê Akbiyik tê nîşandan.