Osman Kavala Madalyaya Goethe wergirt
Osman Kavala di axaftina xwe ya qebûlkirina xelatê de, bal kişand ser tevkariya Goethe di pêşxistina têgeha "rûmeta mirovan" de û got, “Madalyaya Goethe dê ji bo min bibe sembolek ku hemû wateyên rûmeta mirovan li bîr dixe û xurt dike."