12emîn Meşa Rûmetê ya Transan a Stenbolê tevî qedexeyê jî dîsa pêk hat
LGBTÎ+yên ku li Kalamişê kom bûn, bi pankarta “Ji Denizê heta Aryayê em ê bibin bager û li ba bibin” meşiyan. Piştî meşê, polîsan mudaxele kir û gelek kes desteserkirin. Rojnameger Yusuf Çelîk û Doga Teknecî ku çalakî dişopandin di nav kesên hatine desteserkirin de ne.