"Ehmed Huseynî wê di wêje û çanda kurdî de her bijî!"
Hevalê Ehmed Huseynî yê 41 salan nivîskar û helbestvan Rizoyê Xerzî jiyan û serpêhatiyên xwe yê bi Huseynî re anî ziman û got: “Windahiyeke gelekî mezin bû ji bo me. Êşeke gelek mezin bû ku di dilê me de ma. Lê Ehmed Huseynî wê bi berhemên xwe her di dilê me de, wê di wêje û çanda kurdî de her bijî.”