Li Xezeyê mîlyonek kes bi koçberiyeke bi darêzorê re rû bi rû ne
Îsraîlê plana xwe ya dagirkirina bajarê Xezeyê xist meriyetê. Ji ber vê yekê mîlyonek Filistîniyên ku li bakûrê Xezeyê ne careke din wê bi darêzorê li cih û warên xwe bibin û bi qasî 2.3 milyon kes dê di qadeke teng a naverasta herêmê werin bicihkirin.