Profesorê Îlahiyatê Îsrafîl Balci û îdiaya wî ya "Dîroka Kurd tune ye"
Gotinên "Dîroka Kurd tune"; dijberî çavkaniyên dîrokî ye, dijberî rastiya sosyolojîk e û bi exlaqa akademîk re ne lihevhatî ye. Gotarên weha: zanistê ji xwere dikin enstruman, aştiya civakî têk dibin, û akademiyê vediguherînin qadeke propagandaya îdeolojîk. Ev ne raman e, lê siyasetek înkarkirinê ye.