Ji DMMEyê ji bo Kavala biryara xwe ya duyemîn da: “Divê demildest serbest bê berdan”
DMMEyê, ji bo serlêdana duyemîn a Osman Kavala ya derbarê girtîbûna wî ya berdewam, darizandin û cezayê heta hetayî yê girankirî de biryar da ku Tirkiyeyê azadiya derbirîn û rêxistinbûn, mafê darizandina dadwerane û mafê azadî û ewlehiyê binpê kirine. Dadgehê ji bo cezayê girankirî yê hetahetayî ku tu derfeta tehlîyeyê nade jî got, "binpêkirina qedexeya êşkence û muameleya xirab e."