Alî Dogan Gonultaşî stranek ji albûma xwe ya nû weşandiye: "Bostano"
Gonultaşî Bostano weke yekem strana ji vê albûmê weşandiye. Straneke gelêrî ye û bi zazakî ye, zazakiya li Çewligê tê axavtin. Çavkaniya vê stranê Rizoyê Biroke û Hayrî Kizilkan in.