Nûçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Orûç bi lêdanê hat desteserkirin
Li Cizîra Şirnexê ciwanan ji bo binpêkirinên ku li taxên Kurdan ên li Helebê pêk hatin protesto bikin, çalakî pêk anîn. Dema rojnameger Nedîm Oruç ew çalakî dişopand, polîsan ew bi lêdanê desteser kirin, li maşîna zirxî siwar kirin û birin qereqolê.