Li dijî Şaredariya Adalarê operasyon: Şaredar Ali Ercan Akpolat hat desteserkirin
Li gorî îdiayên di lêpirsînê de, li Adalarê ku herêmeke parastî ya xwezayî û dîrokî ye, bi dizî û bêyî destûr destwerdan di berhemên dîrokî de hatiye kirin. Her wiha tê gotin ku şaredariyê li beramberî bertîlê lîsans daye kargehên bêlîsans û cezayên wan jî bi qaçaxî kêm kirine.