Li Amed, Enqere, Wan û Stenbolê 1ê Îlonê: Bi hezaran kes bi daxwaza aştiyê li qadan bûn
Li Amed û Wanê mijarên pêşxistina “pêvajoyê” azadiya fîzîkî ya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derket pêş. Li Stenbol û Enqereyê jî li dijî astengkirina mafên demokratîk, zext û aboriya şer banga aştiyê hat kirin. Hate destnîşan kirin ku aştiya mayînde tenê bi maf û demokratîk bûnê pêkan e.