Fotograf: urfafanatik.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî îdiayan, li Hewengê, navçeya Rihayê kesekî bi navê F.K. yê 21 salî, îstîsmar li zarokekî 9 salî kiriye.
Li gorî zanyariyan, bûyer di 14ê Tebaxê de bûye û welatiyan kesê bi navê F.K. radestî qolîsan kiriye. F.K. li navenda polîsan îfade daye, şandine dadgehê û dedgehê ew girtiye.
Piştî zanyariya bûyerê li navçeyê belav bûye û hatiye gotin ku F.K. ji Sûriyeyê ye, komek welatî duh (16ê Tebaxê) di saetên êvarê de li kolanan êrîşî kargehên sûriyeyiyan kirine.
Girseya li ber Qaymeqamiya Hewengê kom bûne, êrîşî kargehên penaberan ên sûriyeyî kirine.
Komê camên kin hargehan şikandine. Polîs û cendermeyan li der û dora avahiyên qaymeqamiyê û li navçeyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê wergirtine.
Kom li ber avahiya qaymeqamiyê rûniştiye û ji ber belav nebûne, polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj midaxele li wan kiriye.
Qeymeqamê Hewengê Sûphî Aksoyê ji koma çalakgeran xwestiye bi aqli selîm tev bigerin.
Walîtiya Rihayê jî derbarê bûyeran de duh daxunaniyek weşandiye û gotiye ku kesê navborî hatiye girtin û zaroka navborî jî şandine Navenda Çavdêriya li Zarokan a Rihayê û saziyên peywendîdar xizmetguzarî û alîkariya hewce dike, bicih tînin. (RT/FD)