Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebiriya Talîbanê ya Afganistanê dibistan li zarokên keç ên temenê wan ji 10an zêdetir qedexe kiriye.
Li gorî nûçeya ku Independentê ji BBC Farisiyê ragihandiye, li hen eyaletan, ferman dane midûrên dibistanan û xwestine zarokên keç ên di pola 3yan û berjortir de bişînin malên wan. Li gorî nûçeyan Wezareta Perwerdeyê ev biryar daye.
Çi bûbû?
Talîban di 2021an de li Afganistanê desthilat bi dest xist. Berê jî ji bo rola jinan a di nava civakê de kêm bikin, hin gav avêt.
Talîbanê qedexe kir ku jin li lîse û zanîngehan bixwînin. Her weha çûna wan a li park, lûnapark û salonên sporê qedexe kir. Jin mecbur kirin ku laçikan bidin sere xwe û cil û bergên vekirî li xwe nekin.
Karkirina jinan a di Neteweyên Yekgirtî û saziyên civaak sivîl de jî qedexe kir. Jinên li saziyên dewletê kar dikin, ji kar derxistin.
Li gorî rapora Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, Afganistan yek ji wan welatan e ku mafên jinan gelekî kêm in û tên astengkirin. NYyê diyar kiriye ku di 22 mehên desthilata Talîbanê de, wekheviya jin û mêran her diçe xirabtir dibe. (AS/FD)