Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Piştgiriyê ya Xizaniyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) derbarê Rapora Domandina Geşepêdanê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ya sala 2023yan de daxuyaniyek weşandiye.
CHPyê diyar kiriye ku NY li gorî “rewşa hedef û pêşketinan” welatan dinirxîne û Tirkiye di nava 166 welatan de welatê 72an e. Fînlandiya di lîsteyê de welatê yekem e û Sûdana Başûr jî welatê 166em e.
CHPyê bal kişandiye li ser raporê û diyar kiriye ku “Bi kûrbûna krîza aboriyê re rêjeya kesên kêm xwarinê peyda dikin û hejmara qamqutiyê zêde bûye”
CHPyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser van xalan:
Li gorî rapora Turk Îşê ya Hezîrana 2023yan, ji bo xurekên malbateke ji çar kesan pêk tê di mehê de 10 hezar û 373 hezar TL pêwîst e ku ji vê “sînorê birçîtiyê” dibêjin.
Di heman raporê de hatiye diyarkirin ku tevî xurekan, ji bo mesrefên esasî yên malbatekê di mehê de 33 hezar û 789 TL pêwîst e ku ji vê re “sînorê xizaniyê” dibêjin.
Li gorî zanyariyan ji sedî 37,6ê serjimarê ango 32 milyon û 150 hezar kes di jêr sînorê xizaniyê de dijîn. Ji sedî 98ê serjimarê ango 83 milyon û 750 hezar kes di jêr sînorê xizanî û birçîtiyê de dijîn.
“Zêdetirî 2 milyon mirov têr nabin”
Li gorî daneyên Rapora NYye ya 2023yan rêjeya belaviya kêmxwariniya Tirkiyeyê ji sedî 2,5 e.
Programa Xurekan a Cîhanî (WFP) ya NYyê “Nexşeya Birçîtiyê” di 6ê Hezîrana 2022yan de weşandiye. Li gorî vê nexşeyê li 92 welatan li ser hev 866 milyon mirov têrxwarinî nabin.
Li gorî heman nexşeyê, li Tirkiyeyê 14,8 milyon mirov têr nabin ku serjimara wê 82,3 ye.
“Zarok sebze, meywe û goşt naxwin”
Li gorî Rapora 2022yan a Lêkolîna Derbarê Zarokan de a Tirkiyeyê, ji sedî 42,2yê zarokan nikarin her roj penêr, mast û tiştên ji şîr çêdibin bixwin. Ji sedî 62,4ê wan her roj nan, meqerne û xwarinên ji dexl û danî çêdibin dixwin, ji sedî 49,5ê zarokan nikarin her roj fêkiyan bixwin, ji sedî 67ê zarokan nikarin her roj sebzeyan bixwin, ji sedî 87,3yê zarokan jî nikarin her roj goştê sor, goştê mirîşkan an jî masiyan bixwin. (RT/FD)