Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku li Rihayê mêrekî 74 salî li kolanê zarokekê keç tacîz kiriye. Xwediyê Kulis TV û Midûrê Karên Nivîsan Mehmet Yetîm piştî ku ev îdia kiriye nûçe hatiye desteserkirin.
Bûyera tacîzê li Taxa Mizgefta Kebîr a Siwêrega Rihayê pêk hatiye. Li gorî îdiayê pîremêrek li ber qehwexaneyê rûniştî bûye û zarokekê keç di hembêza wî de bûye tacîz li wê zarokê kiriye. Her weha dîmenê wî kesî li ser medyaya civakî belav bûye. Rojnameger Mehmet Yetîm jî bûyer kiriye nûçe.
Hatiye zanîn ku H.Ç yê 60 salî li ser giliya malbata zarokê hatiye desteserkirin û piştre hatiye girtin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Öncel jî îdiayên tacîzê piştrast kiriye.
Walîtiyê piştî nûçeyê daxuyaniyeke nivîskî daye û ragihandiye ku bûyer di 22ê Hezîranê de pêk hatiye û gumanbarê 74 salî di 23ê Hezîranê de hatiye girtin. Her wiha bi raya giştî re parve kiriye ku biryara qedexeya weşanê hatiye danîn. Piştre Yetîm hatiye desteserkirin.
Yetîm duh êvarê bi rêya parêzerê xwe Îbrahîm Halîl Aydin agahiya desteserkirina xwe eşkere kiriye:
“Ez niha li Midûriyeta Polîsan a Rihayê desteserkirî me. Mixabin ji ber vê parvekirina xwe ez hatime desteserkirin. Min ji bo parastina mafê zarokekî bêguneh wezîfeya xwe pêkanî."
(HA/AY)