Infografî: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adara 2023an de herî kêm 23 jin û çar zarok kuştine.
Di meha Adarê de mirina bi kêmanî 20 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Aydin (4), Denizlî (1), Yalova (1), Izmîr (1), Antalya (1), Enqere (1), Nevşehir (1), Stenbol (4), Yozgat (1), Konya (1), Riha (2), Bartin (1), Çorûm (1),
Li van bajaran mirinên zarokan biguman in
Karabuk (1), Mûgla (1), Stenbol(1).
Mêran tundkarî li 66 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li du jinan kirine. Çapemeniyê nivîsandiye ku di Adara 2023an de du bûyerên tecawizê hene. Mêran bi darê zorê karkeriya seksê bi 102 jinan daye kirin.
Li Denîzliyê jinekê mafê xwe yê rewa bikaraniye.
Kuştin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 23 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 25 bû. Her weha mêran bi kêmanî çar mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî çar jin kuştine. Ji jinên ku mêran kuştine jê yek welatiya Rûsyayê û yek jî welatiya Ozbekistanê bûye.
Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine
Arzu T., Aslı A., Aysel G., Canan B., Cemile K., D.R, Ebru Tekin, Elena S., Gaye G., Murat Atmaca, Muzaffer Ç., Rabia T., Sabriye K., Sultan S., Tuba A., Tülay Erşahin Y., Umida Tulyaganova, Yasemin Ö., Yeliz G., Zehra Çatal, Zeynep A., Zeynep F., Zulfiye D.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Edene (2), Afyon (1), Enqere (1), Antalya (1), Artvin (1), Êlih (2), Denizli (1), Xarpêt (1), Eskişehir (1), Stenbol (4), İzmir (2), Manisa (2), Mersin (2), Ordu (1), Yozgat (1).
Mêran neh jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, jinekê jî “kêfî” kuştiye. Mêran du jin ji ber “hesûdiyê”, jinekê “ji ber ku xizmeta dayîka wî nekiriye” û jinekê jî ji ber ku “êş kişandiye” kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 9 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 16 jin kuştine. Çr jin bav û bira û du jin jî zavayê wan ew kuştine. Çepemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 19 jin li malan, 4 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran 13 jin bi çekên guleber kuştine. 8 jî bi kêr û çekên mîna kêrê kuştiye. Mêran sere jinekê bi keviran pelixandiye û ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê bi çi/çawa kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
22 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 8 faîl hatine girtin. 4 faîl hatine desteserkirin. 6 faîlan xwe kuştine. Du faîl revîne û çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Adarê de herî kêm 4 zarok kuştine. Par di heman mehê de ev hejmar çar bûye. Sê zarok bavê wan ew kuştine û zarokek jî xizmê wê ew kuştiye.
Mêran zarokekê bi şewitandinê, zarokekê bi çekên mîna kêrê û du zarok jî bi çekên guleber kuştine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran zarok li ku kuştine.
Bajarên ku mêran zarok kuştine
Antalya(1), Denîzlî(1), Kocaelî(2)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan weke “hatine desteserkirin” nivîsandiye, ya faîlek jî nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Adara 2023an de herî kêm tacîz li du jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 5 bû.
Mêran jinekê bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine.
Mêran jinekê li nexweşxaneyê tacîz kiriye. Jinekê jî li kolanê tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol(1), Edîrne(1)
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn ku tacîz li jinan kiriye. Jê yek hatiye girtin. Derbarê faîlek de jî kar û barên hiqûqî nehatiye kirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Adarê de îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 12 bû.
Mêran 14 zarok li kolan, dibistan û qadên derveyî malê îstismar kiriye. Doktor sê zarok, simîtfiroş zarokekê û zarokekê jî bavê wê ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku 9 zarok îstismar kiriye kî ye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Aydın (1), Balıkesir (3), Dersim (2), Edirne (1), Eskişehir (1), Hatay (1), İstanbul (2), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Muğla (1).
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê 7 faîl hatine girtin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Li gorî agahiyên çapemeniyê belav kiriye mêran di Adarê de tecawiz li pênc jinan kiriye. Par heman mehê de ev hejmar sê bûye.
Menejerê futbolê tecawiz li jinekê kiriye. Her weha 5 mêran li Idirê li Navenda Dersînorkirinê tecawiz li jinekê kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Pênc faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Doz li faîlek vebûye, tenê îfadeya çar faîlan girtine.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kirine
Idir (4), Stenbol(1)
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Adarê de LGBTI+ jî di nav de bi tundkarî kêmanî li 66 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 51 bû.
Heşt jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî kêmanî li heft jinan kiriye.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Adana (1), Amed (6), Antalya (1), Bîlecîk (1), Çorûm (1), Edîrne (33), Elezîz (1), Êlih (2), Stenbol (8), Îzmîr (2), Karabuk (1), Qers (1), Kayserî (1), Konya (1), Mereş (1), Sakarya (1), Zongûldak (2), Çapemeniyê nenevîsiye bê ka meran du jin li ku birîndar kiriye.
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 47 jinan tundkarî li wan kiriye. Xizmên du jinan, hevalê jinekê, kurê jinekê tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê ninivîsiye ku mêrên tundkarî li 15 jinan kiriye, kî ne.
Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li 15 jinan kiriye. Mêrekî ji ber “hesûdiyê” jinek birîndar kiriye. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 50 jinan kiriye nenevîsiye.
Mêran derb li 48 jinan dane, heft jin bi çekên gulebar, 10 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Mêran jinek şewitandiye.
Mêran li malan 42 jin birîndar kiriye, li nava kolanan û li daristanan ango li derveyî malan tundkarî li 19 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kuderê tundkarî li pênc jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 60 faîl hebûn ku jin birîndar kiriye. Bi tenê heşt faîl hatine girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya 27 faîlan gotiye “biryara dûrxistinê hatiye dayîn/karûbarên fermî hatine kirin”. Du faîl reviyane. Bi kêmanî heft faîl hatine desteserkirin. Faîlekî xwe kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 15 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Adarê de bi 102 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî dane kerin. Par heman mehê hejmar 93 bûy.
59 jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi wan hatiye kirin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava jinan de zarok jî hene.
Pêvajoya hiqûqî
52 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. 23 faîl hatine desteserkirin, 29 faîl hatine girtin.
Bajarên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin
Antalya (31), Denîzlî (4), Stenbol (18), Mêrsîn (38), Rîze (11).
(EMK/AY-FD)
Fotografa manşetê: Evrim Kepenek/bianet